Sekreterê Gistî yê NATOyê îro serdana Tirkiyê dike

05 October 2020 12:50 0 dîtin
Sekreterê Gistî yê NATOyê îro serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Ji bo gotûbêjkirina aloziyên li Derya Spî û Egeyê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îro serdana Tirkiyê dike û wê di destpêkê de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re û pişt re jî bi berpirsên din ên Tirkiyê re bicive.

Li gorî agahiyan, dê Stoltenberg aloziyên li Deryaya Spî û Egeyê li gel berpirsên Tirkiyê gotûbêj bike.

Roja Sêşemê jî Stonltenberg wê biçe Yûnanîstanê, bi berpirsên wan re jî bicive.

Piştî civîna Tirkiye û Yûnanîstanê ya roja 10ê Îlonê li baregeha NATO li Brukselê, rêkeftin li ser nexşerêyekê hatibû kirin ku mekanîzmek ji bo kêmkirina aloziyên li Deryaya Spî û Egeyê bê danîn.

Tirkiye û Yûnanîstanê li ser mekanîzmayeke nû ya NATOyê ya ji bo rêgirîkirina li ber zêdebûna aloziyên di navbera wan de, ku bi sedema pêngavên Tirkiyê yên ji bo gera li pey enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî zêde bûye li hev kirin.

Serdana Jens Stoltenberg du rojan berdewam dike û li gel berpirsên bilind ên herdu welatan dicive.

Tê çaverêkirin, ku şerê li herêma Nagorno-Karabaxê yê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de jî beşek ji gotûbêjên Jens Stoltenberg û rayedarên Tirkiyê be, ku Tirkiye bi eşkere hemû cûre piştgiriya xwe bo Azerbaycanê ragihandiye.