Sekreterê NATOyê roja înê serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd - Di demekê de ku êrîşa Tirkiyê bo ser rojhilatê Firat û Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg roja Înê serdana Tirkiyê dike.
Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê NATOyê ve hatiye belavkirin, Sekreterê Giştî yê wê rêxistinê, Jens Stoltenberg dê roja înê 11ê vê mehê bi armanca çend hevdîtin û civînên fermî, serdana bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bike.
Piştî çend hevdîtin û civînên ligel rayedarên Tirkiyê, Jens Stoltenberg dê li Stenbolê civîneke çapemeniyê saz dike û tê de derbarê aramnca serdana xwe û naveroka hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Tirkiyê re zanyariyan bide.
Sekreterê Giştî yê NATOyê berî serdana xwe ya bo Tirkiyê, îro Çarşemê serdana Îtalya û sibe Pêncşemê jî serdana Yunanê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin