Roja serdana Tirkiyê ya Pûtîn diyar bû!

01 February 2024 11:27 0 dîtin
Roja serdana Tirkiyê ya Pûtîn diyar bû!

PeyamaKurd – Reutersê li ser zarê rayedarekî Tirkiyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê di 14ê Sibatê de biçe Misrê. Hat diyarkirin ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî wê di 12ê Sibatê de serdana Tirkiyeyê bike.

Ajansa Nûçeyan a Brîtanî Reuters ji zarê rayedarekî Tirkiyê ragihand ku Erdogan wê di 14ê Sibatê de biçe Misrê.

Erdogan û hevtayê xwe yê Misrê Ebdulfetah El Sîsî di merasima vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2022an de li Dohaya paytexta Qeterê hatin cem hev.

Têkiliyên di navbera her du welatan de bi vê pêwendiya yekem destpê kir û Enqere û Qahîre balyozên xwe destnîşan kirin.

Li gorî Reutersê, dîsa li ser bingeha rayedarekî Tirkiyê, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wê 12ê Sibatê serdana Tirkiyê bike.