Sekreterê Gistiyê NATOyê: Dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarê terorê de hene
PeyamaKurd – Sekreterê Giştiyê NATOyê piştî civîna hevpar ya bi Tirkiye, Swêd û Fînlanda bi daxuyaniyekê diyar kir, ji ber helwesta neyînî ya Tirkiyeyê, proseya endamtiya Swêd û Fînlandayê ji bo NATOyê dirêj dibe.
Şandên Tirkiyê, Swêd û Fînlandayê, li ser banga Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, do li Brukselê civiyan û piştî civînê, Sekreterê Giştiyê NATOyê got, civîn erênî derbas bûye û ew girîngiyeke mezin didin endamtiya Swêd û Fînlandayê.
Herwiha Sekreterê Giştî yê NATOyê eşkere kir, dilgiraniyên Tirkiyê yên derbarê terorê de hene ku divê werin gotûbêjkirin. Ji ber vê yekê danûstandinên proseya endamtiyê wê bidomin.
Stoltenberg destnîşan kir: “Endamtiya Fînlandiya û Swêdê wê hevalbendiyê xurtir bike û tevahiya herêma Euro-Atlantîkê ewletir bike. Di derbarê terorê de dilgiraniyên ewlekariya rewa yên Tirkiyeyê hene ku divê bên çareserkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin