Selman bi Çînê re bi 10 mîlyar dolarî peyman girêda
PeyamaKurd- Prensê Erebistana Si’ûdiyê Muhammed Bîn Selman bo rêzeseredanekî çûbû Pakistan, Hindistan û Çînê. Selman li Çînê ku rawestgeha xwe ya herî dawiyê, bi serokê Çînê re hatin cem hev. Şîrketa Erebistana Si’ûdiyê ya petrolê Aramco bi şîrketa petrolê ya Çînê Norinco re, bo avakirina rafîneriyekî li bajarê Panjinê, bi bihayê 10 mîlyar dolarî peyman îmzekirin.
Li ser beyana Muhammed Bîn Selman ku ragihand ‘divê kes destê xwe nexe nav karên hundir yê Çînê’ hinek dewlet nerazîbûna xwe diyar kirin. Di serê wan de Tirkiye tê ku li ser Tirkên Ûygûran nerazîbûna xwe aşkera dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin