Senator Menendez, bi xwarina bertîlê hat tawanbarkirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Amerîkayê de hatin ragihandin, Senatorê Amerîkî Bob Menendez, ji ber xwarina bertîlê tê tawanbarkirin û di derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî nûçeya NBC New Yorkê, Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) û Lêkolînerên Wezareta Bacê ya Amerîkayê (IRS), ji ber pêwendiyên ligel rêveberê berê yê bankê Fred Daibes ku pêwendiyên Wezareta Dadê bi kar tînin û li hember vê yeke jî bertîlê xwariye, di derbarê Senatorê Amerîkî Bob Menendez de lêpirsîn da destpêkirin.
Hat diyarkirin ku Senator Bob Menendez di kongreya Amerîkayê de bi wê yekê tê tawanbarkirin ku bi rêya hevjîna xwe bi qasî 400 hezar dolarî zêrê kulîçe girtiye.
Analîstê NBCê Danny Cevallos li ser mijarê got ku li gorî qanûnên federal, heger were îspatkirin, Menendez dê were mehkûmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin