Serdana krîtîk a Pûtîn ji bo du welatan!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Pûtîn wê di hefteyên pêş de serdana Koreya Bakur û Vîetnamê bike.
Balyozê Rûsyayê yê li Koreya Bakur Alexander Matsegora di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Vedomostî de piştrast kir ku serdana Serokê Rûsyayê Pûtîn a Pyongyangê wê pêk were û ew "bi awayekî aktîf xwe amade dikin".
Rojnameyê diyar kir ku Pûtîn dikare di meha Hezîranê de û bi îhtîmaleke mezin piştî serdana xwe ya Koreya Bakur serdana Viyetnamê bike.
Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un Îlona borî çûbû Rûsyayê û bi Pûtîn re hevdîtin kiribû.
Pûtîn ku li navenda fezayê ya Vostochny ya Rûsyayê ya li rojhilatê dûr geriya, soz da ku ji bo çêkirina satelaytan alîkariya Koreya Bakur bike.
Kremlînê got ku Rûsya dixwaze bi Koreya Bakur re "di hemû waran de" hevkariyê ava bike lê heta niha dîroka serdanê piştrast nekiriye.
Yekane seredana Pûtîn a berê ya Koreya Bakur di sala 2000an de bû, di sala yekem a serokatiya xwe de ev yek kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin