Serê rejîma Sûriyê û komên çekdar dijwar bû: 23 kustî…
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ev çend roj in hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdar bi tundî êrîşî herêmên hev dikin û hejmarek zêde kes jî ji herdu aliyan hatine kuştin.
Herî dawî hate ragihandin ku li bajarokê Nûbil û El Zehra ya girêdayî Helebê, di encama şerê rejîmê û komên girîdayê Tirkiyê de, jin û zarok jî di nav de 23 kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Hêjayî gotinê ye, ji 8ê mehê ve li xeta Idlib, Heleb, Hema û Lazqiye şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdar de rû dide û hevdu topbaran dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin