Serê Sûdanê dîsa gur bû: 20 kes hatin kustin

04 October 2023 20:36 0 dîtin
Serê Sûdanê dîsa gur bû: 20 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê nêzî 6 meh in di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer dewam dike. Hate ragihandin ku şer cardin gur bûye û herî dawî 20 kes hatine kuştin.

Komîteyên taxên herêma Samrabê ragihandine ku di topbaranên Hêzên Pıştevaniya Lezgîn li dijî herêma Samrabê ya bajarê Xertûmê yê deryayî de 20 kes hatin kuştin.

Li beramberî vê êrîşê, artêşê bi topavêj û balafirên bêmirov gelek xalên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên li Xertûmê hedef girtin. Hatiye diyarkirin, Hêzên Piştevaniya Lezgîn gelek navendên artêşê jî topbaran kirine.