Serfermandarê Amerîkayê Milley: Mosekên F-16 û ATACMS ji bo Ukraynayê li ser maseyê ne

01 July 2023 09:29 0 dîtin
Serfermandarê Amerîkayê Milley: Mosekên F-16 û ATACMS ji bo Ukraynayê li ser maseyê ne

PeyamaKurd – Serfermandarê Sererkaniya Hevbeş a Amerîkayê Milley diyar kir, hêj biryara dayîna balafirên şer ên F-16, moşekên ATACMS û bombeyên goşeyî yên Ukraynayê nehatiye girtin û got, "Ev hemû tişt li ser maseyê ne."

Serfermandarê Amerîkayê Mark Milley li Klûba Çapemeniyê ya Neteweyî bersiva pirsên derbarê Ukraynayê da.

Dema ku Milley li ser peydakirina F-16, ATACMS û cebilxaneyên goşeyî ji Ukraynayê re hat pirsîn, bersiva "Ev hemû tişt li ser maseyê ne. Heya niha ti biryarek nîne” da.

Rayedarê Amerîkayê eşkere kir, ev cureyên çekan mijara lêkolînê ne û got, divê rêveberiya payebilind a siyasî ya welêt biryarê bide.