Serhildêr û hêzên asayîsê pev çûn: 33 lesker mirin

28 January 2022 01:29 0 dîtin
Serhildêr û hêzên asayîsê pev çûn: 33 lesker mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Komara Kongoya Demokratîk, li eyaleta Kivu ya Bakûr di şerê navbera serhildêran û asayîşê de 33 leşker hatin kuştin.

Li gor ragihandina çapemeniya Kongoyê; li payîtexta eyaleta Kivu ya Bakûr li bakûrê Gomayê, li herêma Rutşuroyê, di navbera artêşa Kongoyê û grûba serhildêr ya bi navê M23 (Tevgera 23 yê Adarê) de şer derket. Şer ji roja sêşemê heya niha dewam dike.

Heya niha di şerde yek jê albay, yek fermandarê tabûrê 33 leşker hatine kuştin. Ji ber şer rûniştvanên herême koç dikin û diçin bajarên der û dor.

Di sala 2009 an de, li Kongoyê di navbera M23 ê û hukumetê de peyman hatibû îmzekirin lê M23 dibêje ku hukumet peymanê îhlal kiriye. Şerê her dû aliyan, di sala 2012 an de, car din destpêkiribû.