Li Kazakistanê di xwepêsandanan de 8 hêzên asayîsê mirin
PeyamaKurd – Wezareta karên hundir ya Kazakistanê ragihand ku li hinek deverên welat xwepêşandanên ji aliyê provakatoran û holîganan de hatin kirin dewam dikin û xwepêşandêr bi kevir, hesin û maddeyên sotemeniyê êrîş kirine. Zerarê dane avahiyên xizmeta giştî, nexweşxane, xwaringeh û bankayan. Êrîşê ambûlansan û alavên îtfaiyê kirine. Wezaret got ku li ber birina birîndaran ji bo nexweşxaneyan astengî derxistine û weha got:
“Bi destê wan kesên ku xwepêşandanan kirin, 317 polîs, leşker û hemwelatî birîndar bûn. Ji hêzên asayîşê 8 kes mirin. Ji bo bûyer fireh nebin, me temamê tedbîran dîtiye. Li temamê welat îşev siet ji 23.00 yê şevê heya 19 ê mehê rewşa awarte hatiye ragihandin û qedexeya derketina derve hatiye danîn.
Me di serî de li payîtextê Nûr Sûltanê li temamê avahiyên dewletê û navendê tedbîrên tund sitendiye.”
Bi sedema bihakirina bihayê LPG ê û rewşa xerab ya aboriya welat, di 2 yê mehê de dest bi xwepêşandanan kiribûn û li seranserê welat belav bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin