Serkonsulê Yûnan yê Hewlêrê seredana wezareta Pêsmerge kir

23 June 2022 01:12 0 dîtin
Serkonsulê Yûnan yê Hewlêrê seredana wezareta Pêsmerge kir

PeyamaKurd – Serkonsulê Yûnanistanê yê payîtexta Kurdistan Hewlêrê Stavros Kyrimis seredana wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir. Stavros Kyrimis di seredana xwe de ragihand ku ew amade ne da alîkariya Pêşmerge bikin.

Kyrimis, di seredana xwe de ji aliyê serokerkanê Herêma Kurdistanê Korgeneral Îsa Uzeyr de hat pêşwazîkirin û di hevdîtinê de behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê yên dîrokî kirin. Kyrimis got ku têkiliyên duqolî yên navbera xelkê Kurd û Yûnan bi pêşketine û dixwazin ku hêj pêşdetir herin.

Serokerkanê Herêma Kurdistanê Îsa Uzeyr jî ragihand ku ew dixwazin ji bo xebatên wezareta Pêşmerge bipêştir bixin û ji bo wê jî dixwazin bi bêhtir bi Yûnanistanê re hevkariyê bikin, bi taybetî di seha bergiriyê de têkiliyên xwe pêşdetir bibin.