Serok Barzanî: Belge wê yekê nîsan didin ku xebata netewa me ji bo mafên xwe yên rewa bû

18 June 2022 13:30 0 dîtin
Serok Barzanî: Belge wê yekê nîsan didin ku xebata netewa me ji bo mafên xwe yên rewa bû

PeyamaKurd – Li Hewlêrê Serok Barzanî di merasîma nasandina zincîreyek ji pirtûkên projeya documentary a şoreşên Barzan axivî û diyar kir: ”Belge wê yekê nîşan didin ku xebata netewa me ji bo mafên xwe yên rewa bû.”

Serok Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayiq, Serokê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û hejmarek ji kesayetiyên siyasî û nivîskar li merasîmê amade bûn.

Serok Barzanî di gotara xwe de eşkere kir: “Belge wê yekê nîşan didin ku xebata netewa me ji bo mafên xwe yên rewa bû. Şanaziyê bi wê dikim ku ez xwendekarekî biçûk a wê dibistana mezin a Barzanî me.”

Serok Barzanî da zanîn: “Ev cara yekem e projeyeke akademî ya serdemyane li ser xebat û têkoşîna sê sembolên mezin ên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê (Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî û Mela Mistefa Barzanî) bi hev re û bi piştbestin bi belgenameyên arşîva Îranî û Osmanî tê kirin. Ev karekî pîroz û giranbuha ye û di rojeke dîrokî (18ê Hezîranê) roja ku Barzanî û hevalên wî çemê Aras derbas kirin.”

Herwiha got: “Mixabin dîroka gelê me ji aliyê dijminan ve hatiye reşkirin. Her dem wan xwastine ku vê xebata pîroz wiha bê nîşandan ku xebata çend eşîre û aliyan e û tu pêwendiya wê bi netewiyê re nîne. Lê belê belge hemû nîşan didin ku xebata netewa me, xebateke mezin e. Hêvîdar im jî zana û lêkolînerên Kurd li dû wan belgeyan de bigerin û dîroka netewa me binivîsin.”

Serok Barzanî diyar kir: “Rêbaza Barzanî, rêbazeke pîroz e, lê mixabin me nikarî wê rêbazê bi xelkê din binasanda. Li ser destê Şêx Ebdulselam ê şehîd û birayê wî Şêx Ehmed, ev rêbaz hat damezirandin. Ew rêbaz li ser bingeha xwedêperestî û mirovdostî hatiye damezrandin û heta xweş in şanaziyê pê dikin. Di vê rêbazê de, dîn exlaq e, dîn û niştiman ji hev cuda nabin, di mirovatiyê de em hemû birayên hev in, têkoşîn li dijî zorderan ferz e. Parastina jîngehê, edaleta civakî, pêkvejiyana olî, firehkirina sînorê eşîrtiyê bo sînorê netewiyê ye. Hest bi şanaziyê dikim ku ez xwendekarekî biçûk ê vê dibistana mezin im.”