Serok Barzanî bi nûnera NY re civiya: Pêwîste rewsa Singalê ji bo vegera koçberan bê dirustkirin
PeyamaKurd - Serokê Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, xanima Jeanine Plasschaert kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û dawî pêşhatên navçeyê hatin guftûgokirin û ronahî hate xistin ser astengên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Iraqê.
Serok Barzanî nerîn û têbîniyên xwe li ser hilbijartinên bê yên Iraqê û yasaya hilbijartinê ji Nûnera NY re diyar kirin.
Di civînê de, serdana Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê bi erênî hat nirxandin û li ser devera Şingalê jî, her du aliyan tekezî li wê kirin ku pêwîst e rewşeke libar bê dirustkirin, ji bo xelkê Şingalê yê koçber bikarin vegerin ser mal û milkên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin