Serok Barzanî bi nûnera Sekreterê Gistî yê NY re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Iraqê, Jeanine Hennis-Plasschaert re rewşa herêmê gotûbêj kir.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî îro duşemê pêşwazî li Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê NY ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û di civînê de, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hate nirxandin.
Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê NYyê Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kir, hilbijartina Serokê herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta herêma Kurdistanê ji bo hemû aliyan û deverê pêngavên erênî û bibandor in.
Mijarên din ên hevdîtinê; rewşa deverên ku dikevin çarçoveya madeya 140 a Destûra Iraqê, pêwendiyên di navberna Hewlêr û Bexdayê de û rola Neteweyên Yekbûyî di çareseriya nakokiyên di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin