Serok Barzanî bi Nûnera NY re civiya: Divê destûr bibe bingeha hevtêgihîstinan

01 August 2022 15:36 0 dîtin
Serok Barzanî bi Nûnera NY re civiya: Divê destûr bibe bingeha hevtêgihîstinan

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 1ê Tebaxê li nivîsgeha xwe pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY)  bo Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Serok Barzanî di civînê de li ser çareserkirina rewşa Iraqê diyar kir ku divê destûr bibe bingeha hevtêgihîştinan û ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê got, divê astengiyên li pêş hilbijartinên Herêma Kurdistanê nemînin û PDK amade ye her sibe hilbijartin bê kirin.

Di hevdîtinê de, Nûnera Taybet a NY bi boneya salvegera 39emîn a jenosîdkirina Barzaniyan sersaxî li Serok Barzanî kir û tekezî li wê kir ku hemû hewlên xwe li navendên navdewletî dide ji bo ew tawan wek jenosîd bê naskirin.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî hatin guftûgokirin û tekezî li wê hate kirin ku pêwîst e ji bo çareserkirina astengiyan, destûr bibe bingeha hevtêgihîştinan.

Herwiha hilbijartinên Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bû ku Serok Barzanî dubare kir, divê astengiyên li pêş hilbijartinan nemînin û hilbijartin di zûtirîn demê de bê encamdan û divê mafên pêkhateyên netewî û olî jî parastî bin. Ji bo vê mebestê jî PDK amade ye her sibe hilbijartin bê kirin.