Serok Barzanî, bi peyamekê Newroz pîroz kir

20 March 2023 15:30 0 dîtin
Serok Barzanî, bi peyamekê Newroz pîroz kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek arasteyî gelê Kurdistanê kir û Cejina Newrozê pîroz kir.

Serok Barzanî, bi helkefta Cejina Newrozê ya 2023yan, di hesabê xwe yê medyaya civakî de peyamek parve kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got,

“Çi li Kurdistanê, çi jî li cîhanê, sersala hemû kesên ku Newrozê pîroz dikin, pîroz be. Ez silavên xwe yên ji dil û can ji bo Hêzên Pêşmerge û malbatên şehîdan dişînim. Ez hêvî dikim ku sala pêşiya me aştî û kêfxweşiyê bîne hemû cîhanê.”