Serok Barzanî bi Xemîs Xencer re civiya: Pêkanîna hilbijartinên pêswext pêngaveke bas e

11 August 2022 18:58 0 dîtin
Serok Barzanî bi Xemîs Xencer re civiya: Pêkanîna hilbijartinên pêswext pêngaveke bas e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 11ê Tebaxê roja Pêncşemê li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Sûniyên Iraqê Xemîs Xencer kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de her du aliyan li ser guherîn û pêşhatên herî dawî yên li nav proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û tekezî li ser hevahengî û karê hevbeş a navbera her du aliyan kirin ji bo derbasbûna ji xitimîna siyasî.

Di civînê de, li ser qeyrana siyasî ya Iraqê, her du aliyan tekez kirin ku her destpêşxerî û pêngaveke nû divê ji bo baştirkirina rewşa siyasî ya Iraqê û bidawîanîna qeyrana siyasî be.

Herwiha li ser hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê, her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku encamdana hilbijartinên pêşwext, pêngaveke baş e, bi mercekî ku hemû alî pabendî encamên wê bin.