Serokwezîr Barzanî, ligel Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer civiya

11 September 2022 19:33 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ligel Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer civiya

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêmê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro ligel Serokê Encûmena Nûneran û Serokê Hevpeymaniya Siyade, hevdîtinek kir. Hat diyarkirin ku hevdîtin, li ser rewşa siyasî ya Iraqê û rêyên çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser rewşa aloz a siyaseta Iraqê û rewşa herêmê, Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer qebûl kiriye.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên siyasî yên Iraqê guftûgo hatine kirin û ji bo rêyên çareseriyê, dan û stendin çêbûne.

Di dewama agahiyan de hat ragihandin ku tekezî li ser girîngiya derbaskirina xitimandina siyasî ya bi rêya diyalogê û gihîştina çareseriyekê ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê de be, hatiye kirin.