Serok Barzanî, ligel Mihemed Helbûsî û Xemîs Xencer hevdîtin kir
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro ligel Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer civînek li dar xist. Di derbarê naveroka hevdîtinê de hat ragihandin ku li ser nakokiyên siyasî û rêyên çareseriyê nirxandin hatine kirin.
Di derbarê civîna ku hat kirin de hat ragihandin ku encamên neyînî yên rewşa siyasî ya li ser Iraqê, pêwîstiya bi zimanê diyalogê û peyrewkirina şêwazên destûrî û yasayan hatine nirxandin.
Hat diyarkirin ku aliyan tekezî li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinên pêşwext kiriye ku ew jî piştî amadekariyên yasayî û li gorî mekanîzmaya destûrî ya beriya pêkanîna hikûmetekê ku xwedî desthilatdariyên temam be û baweriya hemû aliyan bi bernameyên wê hebe.
Her wiha haz zanîn ku tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya karûbarên Encûmena Nûneran heta birêveçûna hilbijartinan jî hatiye kirin û herdu aliyan amadebûna xwe ya ji bo beşdariya avaker a ji bo lihevhatina nêrînan a di navbera hemû aliyan de û amadebûna xwe ya ji bo havêtina her pêngaveke ku xizmeta berjewendiyên niştimanî, alîkariya aştiya civakê û parastina ewlekarî û berjewendiyên welatiyan bike, ragihandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin