Serok Barzanî: Di navbera gelê Kurdistan û Awusturya de pêwendiyên dostane û dêrîn hene
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 8ê Çileyê roja duşemê, li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê nû yê Awusturyayê yê Iraqê Andrea Nasi kir.
Piştî civînê hate ragihandin, Balyozê Awusturyayê dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina Serok Barzanî diyar kir û behsa pêwendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û Awusturyayê û pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan ji aliyên diplomatî û çandî û aborî ve kir.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî destpêkirina kar li Balyozê nû yê Awusturyayê pîroz kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest û behsa pêwendiyên dostane û dêrîn ên navbera gelê Kurdistanê û gelê Awusturyayê yên kevin û niha kir.
Serok Barzanî pêşwaziya bizavên pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan li ser asta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bi gelê Awusturyayê re kir.
Herwiha bûyerên dawî yên li Iraqê, arîşe û aloziyên deverê bi giştî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin