Serok Barzanî di peyama sersaxiyê de banga hevkariya dijî terora DAISê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo welatiyên malbata Kurd a ku li gundê Çexmaxe yê Kerkûkê ji aliyê DAIŞê ve şeva borî hatine şehîdkirin, peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî got, “Ev bûyer û çendîn bûyerên hevşêwe jî bi ronî nîşan dide ku teroristên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê û nearamiyê dibînin ji bo xwe birêkxistin û bihêz bikin.”
Di peyamê de Serok Barzanî bang li aliyan kir û da zanîn, "Divê hevahengiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan ji bo nehîştin û jinavbirina gefên terorê berdewam û bihêztir be û herwiha dawî bi vê rewşa nexwezayî ya ewlehî û serbaziyê ya li navçeyê hatiye sepandin jî were."
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Şeva bûrî teroristên DAIŞê êrîşî gundê Çeximaxe yê ser bi bajarokê Dubiz li rojavayê Kerkûkê kir û mixabin di encamê de çar welatî şehîd bûn û sê welatiyên din jî birîndar bûn.
Serxweşiyê li malbat û kesûkarên şehîdên wê bûyerê dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin û hêviya çakbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.
Ev bûyer û çendîn bûyerên hevşêwe jî bi ronî nîşan dide ku teroristên DAIŞê sûdê ji valahiya ewlehiyê û nearamiyê dibînin ji bo xwe birêkxistin û bihêz bikin.
Gefên teroristan li ser ewlehî û jiyana xelkê her maye û pêwîst e bi hend bê wergirtin. Her ji ber wê jî, divê hevahengiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan ji bo nehîştin û jinavbirina gefên terorê berdewam û bihêztir be û herwiha dawî bi vê rewşa nexwezayî ya ewlehî û serbaziyê ya li navçeyê hatiye sepandin jî were.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin