Serok Barzanî dijî êrîsên ser pêkhateyên Kurdistanê bertek nîsan da
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, derbarê êrîşên çend rojên borî yên ser pêkhateyên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê de, peyamek belav kir û bertek nîşan da.
Peyama Serok Barzanî:
Ew hêrişên nerewa yên dihêne kirin bo ser pêkahateyên Neteweyî û Olî yên Herêma Kurdistanê cihê nîgeranîya me ye. Li vir radigehînim ku bi hemû şîyanên xwe piştîvanîya wan dikîn û ew pişkek nedabirrîyayî ne ji gelê Kurdistanê û tevaya mafên wan paraztî dibe.
Mesûd Barzanî
10/5/2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin