Serok Barzanî ji bo wefata Barzan Mela Xalid peyama serxwesiyê belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 25ê Tebaxê bi sedema wefata Barzan Mela Xalîd peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Pêşmerge û têkoşerê gelê me û dengê zelalê ragihandina şoreşê (Barzan Mela Xalid) gihîşt me. Dengê Barzan Mela Xalid dengê Pêşmerge û dengê azadîxwazî û xebat û berxwedana gelê Kurdistanê bû û herdem li bîra azadîxwazan da dimînê.”
Serok Mesûd Barzanî di berdewamê de jî ev peyama serxweşiyê da:
“Serxweşiyê li xwe û malbata niştimanperwer û têkoşerê xwedê jêrazî Barzan Mela Xalid û hemû hevalên wî û medyakar û xelkê niştimanperwerên Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin