Serok Barzanî pêswazî li balyozê Gurcistanê kir: Konsolê Fexrî li Hewlêrê tê danîn

31 May 2021 16:02 0 dîtin
Serok Barzanî pêswazî li balyozê Gurcistanê kir: Konsolê Fexrî li Hewlêrê tê danîn

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 31ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Gurcîstanê yê Iraqê Zaza Kandîlakî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Gurcîstanê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebata dîrokî ya Serok Barzanî hebû û têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya li rêya azadiyê bilind nirxand.

Balyozê Gurcîstanê li Iraqê daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî yên li gel Herêma Kurdistanê û danîna Konsolê fexrî yê wî welatî li bajarê Hewlêrê nîşan da.

Di vê civînê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û welatê Gurcîstanê derbirî û hêvî xwest ew pêwendî ber bi pêş ve gavan bavêjin.