Serok Barzanî pêswazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 19ê Çile pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar kir.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku doh dest bi serdana Iraqê kiribû, bi şev gihîşt Hewlêrê dest bi hevdîtinên ligel berpirsên Herêma Kurdistanê kir.
Hulisî Akar ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Di civînê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hevahengiya leşkerî û ewlekariyê mijarên sereke yên civînê bûn.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî wê civînê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya û biryare bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.
Li gor zanyariyan, yek ji mijara sereke ya civînên berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, rewşa navçeyên sînorî ye ku doh ew mijar bi berpirsên Iraqê re gotûbêj kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin