Serok Barzanî peyama sersaxiyê ji bo Elî Tahirxan Simko belav kir

22 December 2023 17:31 0 dîtin
Serok Barzanî peyama sersaxiyê ji bo Elî Tahirxan Simko belav kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Elî Tahirxan Simko peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî, di peyama xwe de xemgîniya xwe ya bi hewara koça dawî ya Elî Tahirxan Simko ragihand û got, “Bi mebesta koca dawî ya Birêz Aras Elî Tahirxan ez sersaxiyê li hemû malbat, xizm, dost û hevalên wî û li Kurdên li Swêdê û derveyî welat dijîn dikim.”

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got, "Ez ji Xwedayê mezin û dilovan hêvî dikim ku rihetiyê li canê Elî Tahirxan Simko bike û sebrê bide hemû kes û karên wî."