Serok Barzanî peyama sersaxiyê ji bo Papa Benedict ê 16 em belav kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê ji bo koça dawî ya serokê Vatîkanê û serpereştê rûhanî yê berê yê Katolîkên hemû dinyayê Emerit Papa 16. Benediktus peyama taziyê belav kir. Serok Mesûd Barzanî ji bo temamê Katolîkên dinyayê taziyeyên xwe ragihand. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Bi sedema koça dawî ya Papa 16. Benedict, ji bo Papa Francis û temamê Katolîkên dinyayê taziyên xwe yên ji dil radigihînim. Bila riha wî şad be.”
Emerit Papa 16. Benediktus di 95 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Li gor ragihandina Vatîkanê:
“Emerit Papa 16. Benediktus bi sieta cîh îro siet di 09.34an de li Manastira Mater Ecclesiae ya Vatîkanê koça dawiyê kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin