Serok Barzanî peyameke spasiyê belav kir

27 February 2024 08:52 0 dîtin
Serok Barzanî peyameke spasiyê belav kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got, em rêz û hurmet dikin ku gelê pîroz ê Kurdistanê hevparê êşa me ye.

Piştî bidawîbûna merasima sersaxiyê ya Zekiye Mele Mistefa, do Duşemê 26.02.2024 Serok Barzanî peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî li ser navê xwe û hemû malbata Barzanî spasiya kesên ku beşdarî merasima sersaxiyê bûne kir û got, “Em rêz û hurmet dikin ku gelê pîroz ê Kurdistanê hevparê êşa me ye. Ez spasiya her kesê ku ji dûr û nêzîk hatine da ku derdên me parve bikin dikim.

Ez spasiya welatiyên hêja yên navçeya Selahaddîn dikim ku li ber girseya merasîma sersaxiyê li ber xwe dan û mazûvaniya gel kirin. Ez spasiya hêzên Pêşmerge, yekîneyên asayîşê û tîmên pizîşkî dikim ku ji bo dabînkirina rehetiya mêvanan kar û xebat kirin.” Mesûd Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got:

“Ez bi navê xwe û malbata Barzanî spasiya berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê, berpirsên hikûmet û partiyan, endamên parlamentoya Iraqê, balyoz, konsolos, nûnerên welat û rêxistinên navdewletî, berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê dikim ku beşdarî merasima sersaxiyê ya xuşka me Zekiye Mele Mistefa Barzanî bû û êşa me parve kir, em spasiyên xwe pêşkêşî rûspiyên olî, serokeşîr û nûnerên eşîran, nûnerên rêxistinên sivîl, akademîsyen, siyasetmedar, hêzên Pêşmerge, rêxistinên ewlekarî, îdarî û berpirsên siyasî û rojnamevanan dikim. Ez ji Xwedê re dua dikim ku her kesî ji xemgînî û tengahiyê dûr bixe."