Serok Barzanî: Rola nistimanperwerên Mamosteyên Kurdistanê nayê ji bîr kirin
PeyamaKurd – Serok Barzanî bi minasebeta 58emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Mesûd Barzanî bal kişand ser girîngiya pêvajoya xwendin û zanistê û rola mamosteyan di vê yekê de û got, di demên herî dijwar de jî mamosta herdem pêşengê berxwedanê bûne û nehiştine proseya xwendin û zanistê li Kurdistanê raweste.
Tevahiya Peyama Serok Barzanî weha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêzan Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê
Bi helkefta pencih û heştemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim.
Li dîroka şoreşa rizgarîxwaziya gelê me da, rola niştimanperwerên Mamosteyên Kurdistanê tu demekê nayê ji bîr kirin. Ew li gel wê erk û pîşeya xwe ya pîroz da, çekê berevanîkirina li ax û niştimana xwe li mil buye û bi wê navê da jî dehan şehîdên nemir pêşkêşî Kurdistanê kirine.
Li dijwartirîn rojên mîlletê me da mamosta herdem pêşengê berxwedanê bûne û nehiştine proseya xwendin û zanistê li Kurdistanê da rawestê û ji bilî hebûna qeyran û kêşeyên mezin ji bo handan û pêgihandin û berdewambûna fêrbûn û zanistê mamostayên ezîz mînakekê bilind bûne.
Li vê helkefta pîroz da carekê din spasî ked û hewla hemû mamostayên Kurdistanê dikim û hêviya pêşveçûn û berdewamiyê ji bo Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û hemû mamostayên ezîzên Kurdistanê dixwazim.
Mesûd Barzanî
15.05.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin