Serok Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir

04 May 2023 19:51 0 dîtin
Serok Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 4ê Gulanê li Selaheddîn pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê Martin Jaeger kir.

Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger ji ber dawîhatina erkên wî û malavayî serdana Serok Barzanî kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Almanyayê re xwest û spasîya gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku li qonaxên cuda cuda de palpiştê gelê Kurdistanê bûne.

Di civînê de, herwiha rewşa siyasî ya Iraq û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan de kirin.,