Serokwezîr Barzanî spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Gulanê pêşwazî li şandeke Fransî kir ku ji Serokê Komisyona Berevaniya Niştimanî û Leşkerî di Parlamentoya Fransa de Françoise Dumas, endamên Parlamentoyê Philip Mayer, Guendal Roylard, Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Obert û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies tê de cî digirt.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa guhartin û pêşhatên dawî yên Iraqê û navçeyê hat kirin û behsa pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de hat kirin.
Şanda Fransî tekezî li girîngiya bihêzkirina dostaniyê û pêwendiya dîrokî ya di navbera Herêma Kurdistanê kir û pesnê hewlên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da û destnîşan kir ku ew daxwazeke bihêz a ji bo çaksaziyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibînin, ji ber vê yekê ew bi hemû awayî amade ne piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin û li ser wê piştgîriyê berdewam bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hikûmet û gelê Fransa kir ku di qonaxên cuda û dijwar de piştgîriya berdewam ji gelê Kurd re kirine û bi taybetî di alîkariya hêzên Pêşmerge de ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê.
Serokwezîr Barzanî herwiha amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên zêdetir bi Fransa re di hemû waran de nîşan da.
Pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, girîngiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bicihanîna rêkeftina Şingalê, rewşa kampên koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û girîngiya peydakirina derziya koronayê, mijarên din ên guftûgoyê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin