Serokê Filistînê Abbas besdarî merasima cenazeyê Haniye nebû

03 August 2024 13:36 0 dîtin
Serokê Filistînê Abbas besdarî merasima cenazeyê Haniye nebû

PeyamaKurd – Serokê Filistînê Mahmûd Abbas beşdarî merasîma cenazeyê Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye ku ne li Îranê û ne jî li Qeterê hat kirin, nebû. Abbas cîgirê xwe şand merasima li Dohayê.

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytextê Îranê di êrîşa li dijî mala xwe de hat kuştin.

Di dema ku Hamas û Îranê Îsraîl ji êrîşê berpirsyar dîtin, rêveberiya Tel Avîvê bi fermî berpirsyariya kuştinê negirt ser xwe. Lêbelê, wî sûcdariyên li ser wan red nekir.

Mahmûd Ebas beşdarî merasîma cenaze nebû

Di dema ku hemû cîhan geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, Serokê Filistînê Mahmûd Abbas ji ber helwesta xwe ya di vê pêvajoyê de rastî rexneyan hat.

Serokê Tevgera Fetih û Serokomarê Filistînê Mahmûd Ebas ne li Îranê û ne jî li Qeterê beşdarî merasîma cenazeyê Haniyeyê nebû. Şandeyek ji eniya Fetih bi serokatiya Cîgirê Serok Mahmûd El-Elûl beşdarî merasîmê bû.

Ji aliyê din ve Mahmûd Ebas wê di 14-15ê Tebaxê de serdana Tirkiyê bike. Abbasê ku wê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive, wê 15ê Tebaxê roja Pêncşemê jî li Lijneya Giştî ya TBMMyê biaxive.