Serokê HTSê: “Bila kêmnetewe netirsin”
PeyamaKurd – Serokê Heyet Tahrir Şam (HTŞ) Ebu Muhammed el Colani, di TV ya Globalê de axifî û got dema rejîm bikeve, wê pêdivî bi hêzên biyanî nemîne. Colanî got:
“Hedef roxandina rejîmêye. Ji bo roxandina rejîmê bikaranîna her alavî mafê me ye. Tovê roxandina rejîmê di nav rejîmê de bû. Îran xwest rejîmê vejîne û ev jî wext da rejîmê. Paşî Rûsya hewl da rejîmê destek bike lê rastî eve; rejîm ji zû de miriye.”
Colani, got ku wê hukumetekî li ser dezgeh û saziyan avabikin û dixwazin konseyekî ku ji aliyê xelkê de bê hilbijartin ava bikin. Li ser mijara kêmnetweyan jî Colani got:
“Kesên ji rêvebiriya Îslamê ditirsin ya kiryarên şaş dîne an Îslamiyetê rast fêm nekiriye. Xîrîstiyan û kêmnetweyên din wê di ewlehiyê de bin. Em li ser vê axê bi sedsalaye bi hevre dijîn. Heqê kesî tine ku yê din ji ortê rake.”
Colanî got ku dema rejîm bikeve, pêdivî bi hêzên biyanî namîne. Colanî berê ji CNN a Tirkiyê re gotibû:
“Emê rêvebiriyekî nîzamî ava bikin. Niha li Sûriyê DYA, Tirkiye, Rûsya, hêzên ji Îranê İranê hatine hene û bi wan re grûbên wekîlên Îranê hene. Ez dibêjim dema rejîm bikeve wê pêdivî bi van hêzên biyanî nemîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin