Serokatiya Kurdistanê êrîsa Qamisloyê bi tundî sermezar kir

18 August 2019 23:11 0 dîtin
Serokatiya Kurdistanê êrîsa Qamisloyê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku endamekî asayîşê can dabû û 2 kesên din jî birîndar bûbûn, bi daxuyaniyeke nivîskî bi tundî şermezar kir û sersaxî xwest.

DAXUYANIYA SEROKATIYA HERÊMA KURDISTANÊ BO ÊRÎŞA 18Ê TEBAXÊ YA QAMIŞLOYÊ:

Bi tundî wê êrîşa terorîstiyê şermezar dikîn ku terorîstên Da’îş îro yekşem 18/08/2019 li bajarê Qamişlo encamdan û ziyana canî û maddî pêkhat û her wiha li Heseke jî mînek bi otombêlek da hate teqandin û kesek jî birîndar bûye.

Pirse û serxweşiyê li kesukarê qurbaniyan dikîn û hevxema wanîn, hêviya zû başbûnê jî ji bo birîndaran û berketiyan dixwazîn.

Serhildana tevger û livîna terorîstên Da’îş û karê terorîstiyên wan li navçeyê de, gef û metirsiya rasteqîne ne û li ser asta welatên navçeyê û navdewletî jî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya zêdetir û karê cîddîtir heye ji bo rûbirûbûn û ji nav birina wan.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18/08/2019

Li Qamişlo êrîşa xwekujî: 1 kuştî, 2 birîndar

Ji Asayîşa Rojava daxuyaniya teqîna Qamişlo...

DAIŞê berpirsiya êrîşa Qamişloyê li xwe girt