Serokê IYI partiyê yê Diyarbekir û 17 navçeyan ji partiyê îstîfa kirin
PeyamaKurd – Parlementerê Diyarbekirê yê İYİ Partiyê Salim Ensarioğlu bi sedema ku li Diyarbekirê wê navê Şêx Seîd bidana bûlwarekî, di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî dabû û biryara navdayîna navê Şêx Seîdê kal destek kiribû. Li ser desteka Ensarioğlu bo navê Şêx Seîd rêvebiriya İYİ Partiyê wî dabû heyeta dîsîplînê da ji partiyê îxrac bikin.
Li ser van bûyeran parlementer Salim Ensarioğlı ji İYİ Paretiyê îstîfa kir û pê re jî teşkilata Diyarbekir û 17 navçeyan ku li dora 12 hezar endamên wan hebûn, ji İYİ Partiyê îstîfa kirin.
Serokê İYİ Partiyê yê şaxa Diyarbekirê Vejdin Ensarioğlu di dema ji partiyê îstîfa kir got ku “İYİ Parti ji fikrên hur û ser bi xwe re tehemmul nekiriye.”
Seroka İYİ Partiyê Meral Akşener dema biryara tevlîbûna hilbijartinên mehelî dibû, gotibû ku di hilbijartinan de slogana wan ev e:
“Em ê hur û muteqil bikevin hilbijartinan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin