Serokê Sandeya Kurdistanê ji bo guftûgoyên Iraq û Amerîkayê gihîst Bexdayê
PeyamaKurd - Serokê şandeya herêma Kurdistanê bo destpê kirina guftûgoyên navbera Iraq û Amerîkayê geheşt Bexdayê.
Serokê nûnertiya herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand: ‘’Îro Pêncşemê (11.06.2020) serokê şandeya herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî gihişte Bexdayê.’’
Faris Îsa got: ‘’Biryar e îro saet 13.00ê li wezareta derve ya Iraqê guftûgoyên Amerîkayê û Iraqê bi beşdariya herêma Kurdistanê ve destpê bikin.’’
Serokê nûnertiya herêma Kurdistanê li Bexdayê got, guftûgoyên Amerîka û Iraqê derbarê aborî, ewlehî, siyasî û leşkerî de dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin