Serokê Wagnerê Prigojin: Derba li Nîjerê derba li dijî kolonyalîzmê ye
PeyamaKurd – Serokê rêxistina Wagnerê ya Rûsyayê ku bi pera leşkeran xwedî dike Evgeny Prigojin li ser derba leşkerî ya Nîjerê axifî û di ser hesabê xwe yê medya civakî de pesnê derbê bilind nirxand û got:
“Bûyerên li Nîjerê dibin, nefsa têkoşîna xelkê Nûjerê ye li dijî kolonyalîstan. Kolonyalîstên ku dixwazin xelkê Nîjerê weka wan bijî û terzê jiyana xwe li ser wan ferz dikin, dixwazin xelkê Afrîkayê weka sed sal berê çawa dijiyan wan di wê rewşê de bihêlin. Têkoşîna îro ji bilî têkoşîna li hemberê kolonyalîstan zêdetir tişteka dinê nîne.”
Generalê fermandarê alaya muhafiz ya serokkomariya Nîjerê Abdurahman Tchiani di 26 ê Temmûza 2023an de derbe li serokkomarê Nîjerê Muhammed Bazum kiribû û niha xwe serokê hukumeta demkî îlan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin