Serokên 3 welatan ji bo pistevaniya Ûkrayna serdana paytext Kîevê dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokên 3 welatên cîranên Ûkraynayê, biryar dane serdana paytexta Ûkrayna Kîevê bikin ku di bin êrîş û bombardimana Rûsyayê de ye.
Li gorî zanyariyan serokên welatên Çekya, Slovenya û Polonyayê ji bo piştevaniya Ûkraynayê biryar dane ku serdana Kîevê bikin.
Hatiye diyarkirin ku Serokwezîrê Çekya Petr Fiala, Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawieckî û Serokwezîrê Slovenya Janez Jansa digel nûnerên Konseya Ewropayê ji bo ligel Serokê Ûkrayna Volodimir Zelensky bicivin îro 15ê Adarê serdana Kîevê dikin.
Hat ragihandin ku ew serdan bi şêwra Serokê Konseya Ewropayê Charles michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropa Ursula van der Leyen tê kirin û mebest jî piştevaniya bo serweriya Ûkraynayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin