Serokerkanê Yûnanistanê çû Îsraîlê: Gelo wê ji Îsraîlê sîlihan bikire?
PeyamaKurd – Îsraîl û Yûnanistan di têkiliyan de gelek nêzî hevin û di van rojan de bi taybetî di seha leşkerî de xwe nêzî hev dikin. Serokerkanê Yûnanistanê li Îsraîlê kontrola radarên bergiriya êrîşên hewayî û balafirên bêmirov kir û di derbarê wan de agahiyan sitend.
Serokerkanê Yûnanistanê orgeneral Konstantinos Floros li ser daweta serokerkanê Îsraîlê çû Îsraîlê û li Îsraîlê bi wezîrê bergiriyê Benny Gantz re hevdîtin kir. Di derbarê Qubbeyên Hesin yên bergiriya fuzeyan dikin, di derbarê tîpa bergiriya hewayî “Arrow 3” û balafirên bêmirov yên “Heron” de agahiyan sitend.
Di pey sitendina agahiyan de Orgeneral Konstantinos Floros çû yekîneya 9900 an ku baregeha agahiyên îstîxbariye û li wê derê li hemberê xebatên Îranê yên li Sûriyê agahiyên îstîxbarî tên sitendin û operasyon ji wir tên îdarekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin