Serokkomarê Burkina Faso ji bo santralê ji Rûsya alîkariyê xwest

29 July 2023 23:16 0 dîtin
Serokkomarê Burkina Faso ji bo santralê ji Rûsya alîkariyê xwest

PeyamaKurd – Serokê dewleta Bûrkîna Fasoyê İbrahim Traore ji bo li welatê xwe santrala nukler ya enerjiyê deyne ji Rûsyayê destekê xwest. Traore, bi serokê Rûsyayê bi Putin re axifî û xwest têkiliyên navbera her dû dewletan pêşde bibin û pêdiviya enerjiya Bûrkîna Fasoyê temîn bikin.

Li gor ragihandina çapemeniya Bûrkîna Fasoyê Traore bi heyeta xwe ve li Rûsyayê li St. Petersburgê di civîna Rûsya-Afrîka de bi Putin re axifî. Traore weha got:

“Daxwazeka ji dil heye ku piştî dewra kolonyalîzmê heya niha ji ber Rûsya me destek dike, em xwe nêzî Rûsyayê bikin. Pêdiviya me zêde bi enerjiyê heye û em girîngiyê didinê. Ji bo li Burkina Fasoyê em hilberîna elektrîkê çêbikin pêdiviya me bi santrala nuklerî ya enerjiyê heye. Ciyê me gelek stratejîke. Em di nav dilê Afrîkayê de ne.”