Serokomarê Tirkiyê serdana Rûsyayê dike

05 March 2020 14:22 0 dîtin
Serokomarê Tirkiyê serdana Rûsyayê dike

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro dane sibehê serdana Rûsyayê kir. Erdogan dê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar û çendîn berpirsên hikûmeta AKPê serdana Moskowayê dikin.

Biryar e Serokomarê Tirkiyê Erdogan di serdana xwe ya îro de ,bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive û rewşa Idlibê û pêşhatên dawiyê gotubêj bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh çarşemê li Parlemana Tirkiyê daxuyaniyek dabû û gotibû hêvîya me ew e ku li Îdlibê agirbestek were ragihandin.

Herwiha Şandeke Amerîkî ya ku ji Nûnerê Taybet ê Sûriyê James Jeffrey û Nûnerê Daîmî yê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft pêk dihat, berî hevdîtina Pûtîn-Erdogan, bi Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin re bi aliyê Tirk re civiyabû û rewşa Idlibê gotûbêj kiribû.