Serokomarê Tirkiyê Serokê Tîma Hawarçûnê ya Kurdistanê xelat kir
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber alîkariyên bo erdhejên 6ê Sibatê, xelata rêzgirtinê pêşkêşî Serokê Tîma Hawarçûnê ya Herêma Kurdistanê Tehsîn Şêro Ehmed kir.
25ê Nîsanê di merasîma li Koşka Serokomariyê hatiye lidarxistin de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Madelyaya Fedakariya Bilind a Dewletê pêşkêşî tîmên navxwe û navdewletî yên lêgerîn û hawarçûnê ku ji bo erdhejên 6ê Sibatê çûbûn Tirkiyeyê kir.
Hat ragihandin ku Serokê Tîma Hawarçûnê ya Herêma Kurdistanê Tehsîn Şêro Ehmed jî bi fermî ji bo merasîmê hatiye vexwendin û wek nûnerê tîmên hawarçûn û rizgarkirin û tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê hatiye xelatkirin.
Dema karesata erdhejên 6ê Sibata 2023yan, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di yekem roja erdhejê tîmên hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê yên ji tîmên Wezareta Navxwe, Wezareta Tendirustiyê, Dezgeha Xêxwaziya Barzanî û Heyva Sor a Iraqî ya Şaxa Hewlêrê pêk hatibûn bi hawara mexdûrên erdhejê ve gihîştibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin