Serokwezîr Barzanî balyoz û dîplomatên welatên biyanî dawetî sîvê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi munasebeta nêzîkbûna sersalê, balyoz, konsolos û dîplomatên dewletên biyanî yên Herêma Kurdistanê dawetî şîvê kir û bi vê munasebetê bi wan re civiya.
Di şîvê de serokwezîr Mesrûr Barzanî axaftinekî kir û behsa endîşeyên xwe yên Rojhilata Navîn kir û bang kir ku pirsgirêkên xwe di rêya diyalogê de şareser bikin.
Barzanî, her weha behsa guherîna hewayê ya seranserê dinyayê kir û anî ziman bê guherîn çawa bandora neyînî li ser mirovan dike. Di mijarê de banga civaka navdewletî kir ku bi koordînasyon û di nav hevkariyê de bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin