Serokwezîr Barzanî daxwaz ji welatiyan kir xwe ji vîrusê biparêzin

19 March 2021 11:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî daxwaz ji welatiyan kir xwe ji vîrusê biparêzin

PeyamaKurd –Bi sedema bilindbûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê û serîhildana nifşê nû yê vê vîrusê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek arasteyî welatiyên Kudistanê kir û daxwaz kir, xwe ji vîrusê biparêzin.

Li ser hesabê xwe yê Twitterê Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê, car din zêde dibe. Divê em hemû bi hev re bixebitin, da ku em rûbirûyî nifşê nû yê vîrusê bibin.”

Herwika Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Xwe û hezkiriyên xwe biparêzin, ez tika dikim; maskan bi kar bînin û rênimayên tendirustiyê pêk bînin.”

Çend roj in, bi awayekî berçav amarên pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê bilind bûne û îro Wezareta Tendirustiyê ragihand; 512 kes bi vîrusa Koronayê ketine.

Li Herêma Kurdistanê, ji destpêka derketina vîrusa Koronayê heta îro, li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, 3 hezar û 579 kesan can dane û 114 hezar û 510 kes bi vîrusê ketine.