Serokwezîr Barzanî, ji bo besên civakî hin daxwaz pesend kirin

04 January 2023 16:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ji bo besên civakî hin daxwaz pesend kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser daxwaza Wezareta Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê, avakirina niştîngehên 2 beşên civakî pesend kir.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku li ser daxwaza Wezarîra Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê Kiwîstan Mihemed a avakirina yekîneyên niştîngehê yên ji bo zarokên bêwar ên li malên hebandinê û ji bo jinên li malên hebandinê ne, Serokwezîr Barzanî bi erênî bersiv daye û hat ragihandin ku ji bo avakirina niştîngehên ji bo van herdu beşên civakê, ev daxwaz pesend kirine.

Her wiha hat diyarkirin ku beriya niha jî bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bo malbat û kesûkarên şehîd û qurbaniyên jenosîdan, bi sedan xanî hatibûn dayîn.