Serokwezîr Barzanî ji bo alîkariyên projeyan spasiya Japonyayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Nîsanê pêşwazî li berpirsê nû yê ofîsa konsulxaneya Japonyayê yê li Hewlêrê Nikihiro Arakawa kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li berpirsê ofîsa konsulxaneya Japonyayê kir û hêvî xwest ku di erkê xwe de serkeftî bibe û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê, di hemû waran de pêş bikeve.
Di civîna ku Rêveberê Ofîsa Ajansa Alîkariya Navdewletî ya Cayka ya Japonyayê li Iraqê Toyama Key jî beşdarî kir de, li ser kar û projeyên ajansa Cayka yên li Herêma Kurdistanê û pêşvebirina hemahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya alîkariyên welatê Japonyayê û bi taybetî ajansa Cayka kir ku bûye demeke dirêj bi rêya encamdana projeyên xwe, xizmeta Herêma Kurdistanê dike, herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşwazîkirina li veberhênerên Japonyayê jî car din anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin