Serokwezîr Barzanî û wezîra bergiriyê ya Fransayê civiyan

27 August 2020 22:48 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî û wezîra bergiriyê ya Fransayê civiyan

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîra bergiriyê ya Fransayê Florence Parly li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê civiyan. Wezîra bergiriyê Parl, piştî hevdîtinên li Bexdayê çû Hewlêrê û bi serokê Herêma kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Di peyde hevdîtinekî bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re kir.

Li gor ragihandina ofîsa wezareta bergiriyê ya Fransayê; di hevdîtinên bi Iraqê re de; mudaxeleya Tirkiyê bo axa Iraqê û li Herêma Kurdistanê operasyonên ku li hemberê PKK ê tên meşandin, dê li ser wan biaxifiyana.

Meha borî wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian seredana Hewlêrê û Bexdayê kiribû.

Di derbarê hevdîtina wezîra bergiriyê ya Fransayê Parly ku bi serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de bende ne ku bo çapemeniyê agahî bên dayîn.