Serokwezîr biryar da 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya ava vexwarinê ya Hewlêrê bê xerckirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê budçeya veberhênanê ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar de, rizamendî da ku 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya parastina boriya ava vexwarinê ya Hewlêrê bê xerckirin.
Li gor Wezareta Şarewanî û Geştûguzar diyar kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî daye li ser budçeya veberhênanê ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya parastina boriya veguhastina ava Îfraz 3 li bajarê Hewlêrê bê xerckirin.
Herwiha da zanîn, cibicîkirina vê projeyê, wê bandoreke mezin li ser baştirkirina proseya dabînkirin û dabeşkirina ava vexwarinê li ser welatiyên Hewlêrê bike.
Wezaretê eşkere kir, pereyên vê projeyê bi awayekî nextî û bi qonax li ser budçeya veberhênana Wezareta Şarewanî û Geştûguzar tên xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin